Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Newsweek nuçeya xwe ya di derheqê bêrêz kirina Quranê de bi paş ve kişand - 2005-05-17


Kovara Newsweek, nuçeya xwe ya di derheqê bêrêzkirina Quranê ya li girtîgeha leşkerî ya Emerîkî, bi paşve kişand.

Do, roja Duşemê di demeke dereng de sernivîsê kovarê Mark Whitaker got " Wek ku em dizanin lêkolîneke di nav leşkerîyê de rastîyên nuçeya me deranîye holê u em jî nuçeya xwe bi paşve dikşînin. "

Berdevkê Sera Sipî Scott McClellan dibêje, paşvekişandin gaveke başe lê lazime ev kovar herwiha ji mere bêje ka wan di vê nuçê de bi çi awayî çewtîyê kirine.

Li Efganîstanê hin Mislimanên older ji bo vê paşvekişandinê şikên xwe anîn zimên.

Di 9ê vê meha Gulanê de raporta Newsweekê dibêje ku nobetdarekî Emerîkî li Guantanamo Quranê avêtîye nav destavê jibo torre kirina girtîyên Misilman ku pirs ji wan di hatin kirin.

Ev raport bu sebebê xwenîşandanên li gelek welatan wek Pakistan, Hindistan u Efganistanê u heta niha 17 kes hatine kuştin di van xwenîşandanan de.

XS
SM
MD
LG