Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberekî serhildayên Kurd gefa berfireh kirina serhildanê dike - 2005-05-17


Serhildayên Kurd dibêjin heke Tirkîye operasyonên leşkerî li dijî wan nesekinîne, ew dê serhildanê ji rojhilata başur bigêhînin herêmên din yên Tirkîyê.

Îro roja Sêşemê, di rojnameyeke alîgirê Kurdan- di Ozgur Politikayê de-daxuyanîyeke nivîsî hate belav kirin, tê de komandanekî serhildanê Yusuf Turhalli dibêje, heke Tirkîye hêrîşên xwe bidomîne hêzên wan jî dê bajarên mezin yên Tirkyê bikin armanc.

Tirkîye dibêje çar leşkerên wê bi teqîna mayinekê li başura rojhilata bajarê Sêrtê hatine kuştin.

Karbidest dibêjin îro roja Sêşemê,dema ku bimbe bi ser otomobîla wan de teqîyaye, hêzên wan yên li nêzî tuxubê Îraqê li çalakîyên leşkerî bune ku ew çalakî li dijî serhildayên Kurd bu û ev demeke ku berdewam dikirin.

Polis dibêjin bi çend seetan berî wê buyerê du êrîşkerên xwekuj hatine kuştin. Ew dibêjin herdu kes bi Partîya Karkerên Kurdistanê ve girêdayî bun u wan li berbu ku êrîşê bibine ser mala fermandarê herêmê.

Şerr sekinîbu bi ragihandina rawestanedina şerrê 15 salî ji bo otonomîyê ji alîyê PKKê ve li sala 1999ê li başura rojhilata Tirkîyeyê, ku gelê wê bi giştî Kurd in.

Lê serhildayan dev ji agirbestê berda par di meha şeşan de u dibêjin reformên ku hukumeta Enqerê niha dike bo berfirehkirina azadîyên Kurdan, ne bes in.

XS
SM
MD
LG