Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hukumeta Îraqê ferman daye hêzên parastinê jibo hêrîşên ser mizgefta bisekinînin - 2005-05-17


Hûkmeta Îraqê got wê ferman daye hêzên parastinê hêrîşan bo ser mizgefta rawestînin û melayan negirin li demê şerrî dijî xirapkaran dikin.

Duhî Dûşem Wezîrê berevanîyê Saadun El Dilîmî li Bexda gote rojnamevana, divêt hêzên parastinê destdirêjîya nekin ser cihên pîroz. Wî got wan bi serda girtina oldara di tirsînin.

Her li vî demî wezîrê derve yê Îranê Kemal Xerazî gehişt Bexda îro Sêşem bo dan û standina di gel rêberên nû yên Îraqê. Rêzdar Xerazî mezintirên karbidestê Îranê ye seredana Îraqê di ke eweyî rûxana rijêma Seddam Hûsên.

XS
SM
MD
LG