Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdoxan dibêjît Tirkiye bi doza Yekitîya Ewrupî ve girêdayî ye - 2005-05-17


Amberîn Zaman

Enqere

17 Gulan 2005

Serokwezîrê Tirkîyeyê got hikûmeta wî bi riştî girêdayî doza endamîya Yekitîya Ewrupî ye.

Li hevpeyvîneke bi Dengê Amerîkayê ra, Recep Tayyîp Erdoxanî pûke bi wan rexnegiran nekir yên dibêjin ku hikûmeta wî bizava guhartinan sist u hêdî lê kirîye. Birêz Erdoxanî got ew gotin nerast u nerewa ne.

Çar mehan paş biryara rêberên Yêkitîya Ewrupî ku danustandinên endamîyê bi Tirkîyeyê ra li 3yî meha 10 Çirîya Pêşîn destpêbiken, linav hikûmetên Yêkitîya Ewrupî alozî zêde dibin ku hikûmeta Enqereyê wan guhartinên li van du salên bihorî bicih naînît.

Karbidestên Yêkitîya Ewrupî gilî u gazindeyan diken ji reftarê hovane yê polîsan, ji ferqucidahîya li kêmanîyên nemisilman u ji bandora berdewam ya leşkerê bihêz yê Tirkîyê li ser sîyaseta wî welatî. Rexnegir dibêjin Birêz Erdoxanî hêj nûnêrek dîyar nekirîye ji bo birêvebirina wan danustandinên digel Yêkitîya Ewrupî u ew yêk jî, bi gotina wan, nîşana westîyana hikûmeta bi rehên Îslamî ye.

Di hevpeyvîneke li vê dawîyê da, Birêz Erdoxanî got ew rexneyên henê neheq in u hikûmeta wî her wekî berê rişt u xwedîqirar e li rêberîya Tirkiyeyê ber bi Yêkitîya Ewrupî ve.

Birêz Erdoxanî got piştî ku partîya wî, “Partîya Dad u Pêşvebirinê” ya parêzyar, hatî ser desthilatê li du salan guhartinên wesa di qanûnan da kirine ku demê berê bawerîya kesekî pê nedihat. Ji wan sistkirina sînor u vebirkirinên ser zimanê nêzîkî 14 mîlyon Kurdên Tirkiyeyê u kêmkirina desthilata Civata Parastina Niştimanî. Li wê civatê, heta li vî demê dawîn leşkerî rêbaza derve u hundir dida dîyar kirin.

Lê belê Serokwezîrê Tirk pênasîn kir bi pêwîstîya guhartina nêhirîn u reftarê karbidestên bi berpirsîyarîya meşandin u bicihînana wan qanûnan.

Birêz Erdoxanî her wesa got hindek ji wan qanûnên nû digel kevneşopên Tirkiyeyê rêknakevin u ji bo bicihînana wan dem u bêhna fireh hewce ne.

Wî got Yêkitîya Ewrupî jî hemî gavan jidil nîne li reftarê xwe bi Tirkiyeyê ra wek mînak, Qubris.

Birêz Erdoxanî got Tirkên Qubrisî par di referandumê da piştevanîya nexşeya Neteweyên Yêkgirtî kiribu ji bo pêkvegirêdana her du alîyên wê girava li Behra Naverast berî ku ew bibîte endama Yêkitîya Ewrupî, lê Yêkitîya Ewrupî berdewam e ser qedexekirina bazirganiya bi alîye jêrdestê Tirkan yê giravê ra. Yewnanîyên Qubrisî pirranîya xelkê wê giravê ne u wan ew nexşe red kiribu, lê hikûmeta wan par meha Gulanê bibu endama Yêkitîya Ewrûpî.

Libin sengîya Yêkitîya Ewrupî, Tirkîyeyê îsal rêkkeftina bazirganîyê mor kir digel 10 endamên nû yên Yêkitîyê, yêk ji wan hikumeta Yewnanîyên Qubrisî. Dijberên hikûmeta Tirk got ew tête me’na bi resmî naskirina hikûmeta Yewnanîyan wek nûnêra rewa ya wê giravê hemîyê u xiyaneta li Tirkên Qubrisî.

Yewnanîyên Qubrisî li New Yorkê bi karbidestên Neteweyên Yekgirtî ra dest bi danustandinan kirîye da ku çarçuveyeke nû bête danan ji bo ji nû ve destpêkirina danustandinan. Rêberên Yewnanîyên Qubrisî gazî Tirkiyeyê kirîye ku 35 hezar serbazên xwe vekêşît ji bakura Qubrisê ya jêrdestê Tirkan, mîna şertekî destpêkirina danustandinan. Birêz Erdoxan bizaveke wesa red diket.

XS
SM
MD
LG