Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestekî leşkerî yê Emerîkî: Ev bimbekirinên bi otomobîlan ji bin serê Zerqawî dertên - 2005-05-18


Karbidestekî leşkerî yê Emerîkî li Îraqê dibêje, ev êrîşen paşî dibe ku jiber civîna meha buhurî li Surî ya serokên xirabkaran be.

Îro roja Çarşemê karbidest ji peyamhunera re got, di civîna Ebu Musab El Zerqawî de wî ferman daye sedvanên xwe ku di operasyonên rojane de zêdetir otomobîlên bimbebarkirî bi kar bînin. Vê mehê li her alî Îraqê 21 otomobîlên bimbebarkirî hatîye bi kar anîn u di encamê de zêdeyî 400 kes hatine kuştin.

Heftîya buhurî marînên Emerîkî êrîş birin ser xirabkaran li rojavayê Îraqê li nêzî tuxubê Surî û zêdeyî 100 serhilda hatin girtin anjî hatin kuştin. Vê heftîyê hejmara êrîşê xirabkaran bi awayeke balkêş kêm bune.

Belê dîsa jî îro roja Çarşemê hin tundîtî pêk hatine, generalekî ji wezareta hundurîn (Ibrahim Khamas), bi gulle barandina ji otomobîlekê hate kuştin. Herwiha li Baquba, Musul u Bexdayê jî di êrîşan de gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin.

XS
SM
MD
LG