Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê derve yê Îranê seredana Îraqê kir - 2005-05-18


Wezîrê derve yê Îranê Kemal Xerrazî roja Sêşemê seredaneke Bexdayê kir jibo têklatîyeke nêztir bi hukumeta Îarqê re çebike.

Birêz Xerrazî bi birêz Hoşyar Zeberî re civîya u li ser hevgirîya jibo tenahîyê axift. Herwiha bixwe jî soz da ku ew dê îşê xwe ji karên Îraqê neynin.

Birêz Zebarî ji birêz Xerrazî xwest ku di şerrê li dijî terorîzmê de alîkarîya wan bikin nexasim bala xwe bidin tuxubê di navbera herdu welatan de ku kes jê bidizî derbas nebin. Wekî din birêz Zeberî jibo çareserkirina pirsgirêkan kir, wek kesên hatine winda kirin an jî guhertina yên ji şerrê ku di sala 1988 an de xelas bubu mabun.

Serok wezîrê Îraqê u gelek kesên ji hukumeta ku bi giştî ji Şîa yan çêbune nêzî hukumeta Şîa ya Îranê ne .

Di vê navê de xirabkaran roja duşemê li Bexdayê sê kesên oldar kuştin u bi bimbeyekê jî li Tikrîtê leşkerekî Emerîkî kuştin

XS
SM
MD
LG