Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistinên Mafê Mirovan dibêjin, di şerrê Uzbekistanê de hezar kes hatine kuştin - 2005-05-19


Du rêxistinên mafê mirovan yên pêşî dibêjin , dibe ku hêzên tenahîyê yên Uzbekistanê nêzî hezar kesên medenî di şerrê li Endîcanê derketibu de kuştibin.

Daxuyanî îro roja Pêncşemê hatîye belav kirin ji alî rêxistinên bi navê International Helsinki Federation for Human Rights, û The Human Rights Society of Uzbekistan ve. Serokê komeke Uzbekî Talik Yabukov dibêje ew hêvîya serhildaneke din li dijî hukumeta serok Islam Kerimov dikin.

Hukumeta ku tundreweyên Îslamî bi van buyeran gunehbar dike hejmara mirîyan wiha daxuyand; 169 tevî 32 leşker.

Herwiha îro roja Pêncşemê hêzên Uzbekî kontrola bajarê Korasuva li tuxubê rojhilatê bi dest xistin û wiha tê ragihandin ku rêberekî serhilda yê herêmê yê ku digotin dixwaze dewleteke îslamî li vî welatî damezirîne girtin. Li ser van buyeran agahîya tu xwîn rijandinê nehatîye kirin

XS
SM
MD
LG