Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê NYê dibêje ku serokê Uzbekistanê nahêle lêkolîneke navneteweyê çêbibe - 2005-05-20


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Kofî Annan dibêje Uzbekistan qebul nake ku lêkolîneke navnetewî çêbibe di derbarê şerrê li vî welatê Asya ya Navîn de derketibu.

Birêz Annan dibêje ku wî bi serokê Uzbekistanê, Îslam Kerîmov re li ser telefonê axiftîye u wî jêre gotîye ku wan kontrola bajarê Endîcanê bi dest ve xistîye u jibo kesên berpirsê van buyeran bêne girtin her tedbîr hatine sitendin.

Du rêxistinên mafê mirovan dibêjin dibe ku hêzên tenahîyê yên hukumeta Uzbekistanê li bajarên Endîcan u Paxtaabadê bubin sebebê mirina hezar kes u xwenîşanderan. Hukumeta ku tundreweyên Îslamî bi van buyeran gunehbar dike hejmara mirîyan wiha daxuyand; 169 tevî 32 leşker.

Serokê Komandarîya Navendî ya Welatên Yekgirtî yên Emerîka John Abizaid ji peyamhuneran re got, Emerîka di derbarê meselê de gelek bi hizr u hişyare u operasyonên ji bingeha xwe ya li Uzbekistanê sekinandine. Wan ew bingeh, ji bo êrîşên dijî Telîbanên li Efganistanê bi kar dianîn.

XS
SM
MD
LG