Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Otomobîleke bimbekirî li derveyê xwaringehekê li Bexdayê hate teqandin - 2005-05-23


Li peytexta Îraqê li derveyê xwaringehekê, bi teqandina otomobîleke bimbekirî bi kêmî çar kes hatine kuştin û zêdeyî 100 kes jî hatine birîndar kirin. Ajansa Peyamên Associated Press dibêje, li der û dor agir bi gelek otomobîlan ketibu û li her alî kuçeyan termên mirovan belav bubun.

Li cihek din li Bexdayê polis dibêje ku çekdaran karbidestekî bilind yê parastina Îraqê Wayl El Rubayî û şifêrê wî bi hevre kuştine, dema ku diçun karê xwe. Xirabkarên têkilî bi El Qaîde hene vê buyerê li xwe danîn. Roja yekşemê birêveberê giştî yê Wezareta Bazirganîya Îraqê u şifêrê wî jî dîsa bi êrîşeke wisa hatibun kuştin.

Îro, roja Duşemê li bakurê Îraqê li Kerkuka bajarê niftê li herêma Tuz Xormato, bi teqandina otomobîlekê pênc kes hatine kuştin u 13 jî birîndar bune.

Dîsa li bajarekî li bakura Bexdayê li Semarra yê, dema sê mirovên xwekuj êrîş birin ser bingeheke Emerîkî, sê leşkerên Emrîkî birîndar kirin.

Ji alî din ve, leşkerîya Emerîka dibêje ku sê leşkerên Emrîkî, li Musilê roja Yekşemê bi du êrîşan hatine kuştin

XS
SM
MD
LG