Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li rojavayê Îraqê hêzên Emerîkî dest bi operasyoneke din kirin


Leşkerîya Emerîka dibêje nêzî 1000 hêzên serbazî, li bajarekî rojavayê Îraqê li Hadîsa destbi operasyoneke mezin kirine. Ev êrîşeke wiha mezin cara dueme li herêmê pêk tê.

Karbidest dibêjin operasyona bi navê "Operation New Market" yanî Operasyona Bazara Nû, îro, roja Çarşemê berî roj bilind bibe berdestê sibê destpêkirîye ku di vê operasyonê de leşker li mala digerin û kesên ku şika ji wan bikin digrin.

Di destpêka vê mehê de marînên Emerîkî, operasyoneke wisa mezin dîsa li dar xistibun jibo cîhê mîlîtan xwe lê vedişêrin bibînin.

XS
SM
MD
LG