Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye dibêje serhildayên Kurd li rojhilatê çar kes kuştine - 2005-05-25


Parêzyarekî herêmî li rojhilata Tirkîye dibêje serhildayên Kurd, bi kemînekê çar nobetdarên fermî kuştine.

Parezyarê Batmanê Haluk Îmge dibêje îro roja Çarşemê serhildayên ji Partîya Karkerên Kurdistanê ya derveyî qanune, êrîş birine ser otomobîla leşkeran û di encamêde du leşker û du cerdevan hatine kuştin.

Tirkîye di destpêka vê mehê de hêvîya êrîşan dikir jiber ku dibêjin gelek PKKyî bi dizî teqemenîyan ji nêzî Îraqê derbasî Tirkîye kirine.

Ji meha Hezîranê ya par ve ye şerr li herêmê nesekinîye, piştî ku serhildayan agirbesê sekindandibun bi sebebê ku reformên Tirkîye çêkirîye jibo rojhilata ku gelê wê bi giştî Kurd in nebesin .

Ji sala 1984 an û virda ku Kurdan serî hildan ji bo otonomîyek li herêmê çêbibe, zêdeyî 30 hezar kes ku piranîya wan kesên medenî bun, hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG