Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ewrupî ji Îranê re pêşnîyazeke nû pêşkêş dikin ji bo pirsgirêka navokî  - 2005-05-26


Yekîtîya Ewrupayê dibêje jibo karibin dawîyê bînin li vê sarîtîya di têklatîyên bi Îranê re û ne axaftinên li ser bernama wê ya navokî, ew dê pêşnîyazeke nû deynin ber Tehran.

Piştî axaftinan dîsa do (roja Çarşemê) li Cenîvayê karbidestên ji herdu alîyan gotin şertên vê danustendinê heta dawîya meha hefta anjî destpêka meha heyşta wê dîyar bibe.

Danustandinkarê li Îranê herî namdar (Hesen Ruhanî) geşbîn bu ku wê herdu alî li hev bikin. Ewî herwiha got, Îran xweyî soza xwe ye, ku ew dê uranyumê îdî dewlemend neke.

Wezîrê derve yên Brîtanya, Fransa û Almanya ji Îran re hin pêşnîyazên ku Îranê qanî bike pêşkeş kirin bi şertê ku ew ji binî dev ji dewlemendkirina uranyumê berde. Uranyuma dewlemendkirî mumkune ku meriv di şewitandina çekên navokî de bi kar bîne û ji ber vê jî ev dibe sebebê şik kirina ji Îran ku ew bi dizî çekên navokî çêdike.

XS
SM
MD
LG