Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ebbas û Bush li Sera Sipî kom dibin - 2005-05-26


Serok Bush û serokê Felestîn Mehmud Ebbas îro roja Pêncşemê li Sera Sipî ji bo li ser aşîtîya li Rojhilata naverast bi axivin kom dibin.

Wisa çaverê tê kirin ku ew dê birêz Ebbas ji serok Bush bixwaze piştevanîya xwe jibo nexşeya rêka aşîtîyê li rojhilata naverast qayîmtir bike. û herwisa dê alîkarîya rastewxwe bo desthilatdarîya Felestînê ji Amerîka bixwaze.

Do roja Çarşemê peyivdarê Sera Sipî got, serok Bush di wê bawerîyê de ye, nexşeya rêka aşîtîyê baştirîn çareserî ye ji bo pêkînana du dewletan, Îsraîl û Felestînê bi tenişt hev û bi aşîtî pêkve bijîn.

Belê di gotarekê de di rojnama Wall Street Journal da rêzdar Ebbas, xema xwe dîyar kir ku ew nexşe tête ji nav birin bi berdewama avakirina akincîgehên Cuhuyan li Kenarê rojava û danana dîwarê ji hev cûdakirinê.

XS
SM
MD
LG