Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Festivalê Amedê roja şembî bi dawî di hêt - 2005-06-04


Pêncemîn mîhrîcana çand û hunerê ya Amedê ku 28ê meha 5 Gulanê dest pê kiribû, îro ango 4ê meha 6 xizîranê bi konsereke mezin bi dawî hat. Wekî her çalakiyê di vê konserê de jî deh hezaran kes cihê xwe girtin.

Ji mîhrîcana sala2000’an û vir de ev cara 5 an bû ku festîval pêk hat. Wekî her salê îsal jî bernameyeke dewlemend a mihricanê hebû. 28ê mehê Roja ewil a mîhrîcanê bi tenê ji bo dîlan û govendê hatibû veqetandin. Bernameya ku ji hemû gelên Mezopotamya û anatolyayê wek Kurd, Fars, Suryanî û Tirk tê de hebûnji aliyê gelê amedê ve bi coşeke mezin hat temaşe kirin.

Roja 29ê mehê jî meşa mîhrîcanê pêk hat. ÞŞaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemîr û gelek mêvanên din jî tê de, ji Derê Çiyê yê bedena amedê heta Derê Mêrdîn bi rê ve çûn. Ji gel jî gelek kes tev li vê meşê bûn. Di domahiya mîhrîcanê de gelek konser, þşano, sînema û pêşangeha wêneyan hebû. Hêla şanoyê de Navenda Çanda Mezopotamyayê jî sê berhemên xwe yên bi kurdî û şanoyeke reqsa nûjen jî pêşkêş kirin. Navenda Çanda Adayê, beþa govendê jî, Ji îzmîrê jî, Destana Memê Alan bi awayekî şanoya reqsê pêþkêþ kir. Koma Şanoyê ya Zanîngeha Bogaziciyê jî lîstîkekê bi navê “Çîroka 7 jinan” bi tenê ji bo temaşe kirina jinan pêşkêş kir.

Di konferansê de, Dengbêj jî nehatibûn ji bîr kirin. Ji bo bîr anîna dengbêj Karapetê Xaço yê ku çendekê beriya niha jiyana xwe ji dest dabû, bernameyek hate li dar xistin. Karapetê Xaço ku Ermenî bû bi Kurdî distrî, ji aliyê gelê Amedê ve gelek tê hez kirin. Di bernameya bîranînê de ji Kurdên Ermenîstanê Hemîdê Mecîd, Refîqê Kamil û Mulazimê îsko û ji serhedê, xerzan, botan û amedê jî gelek dengbêjên navdar hebûn.

Dîsa di konferansê de cara yekem fîlma derhênerê Kurd Behman Qobadî a bi navê “Kûsî jî difirin” hat nîþandan. Sînemahezên Diyarbekirî ku Qobadî ji fîlmên wî yên wek “ Dema hespên Serxweş û stranên welatê diya min” dinasîn alaqayek e mezin nîşan dan. Yek ji hevpeyvînên mîhrîcanê jî ji bo bîranîna Osman Sebrî bû. Hevypeyvîna ku bi sernavê wê “Çinareke Sedsalî: Osman Sebrî bû” tê de ji Enstituya Kurdî ya stenbolê Samî Tan û ji enstituya zimanê Kurdî ya Amedê jî Nesîb Gültekîn û navîskar Berken Bereh û Siyamed Brahîm peyivîn.

Konsera Dawî ya Minhricanê di van saetan de hê jî didome, û cosa gel hêja ye ku were dîtin. Ji rayedaran hat gotin ku ji bo bernameya mîhrîcana sala din ji niha de dest pê kirine. 5emîn mîhrîcana çand û hunerê ya Amedê ku 28ê mehê dest pê kiribû, îro ango 4ê mehê bi konsereke mezin bi dawî bû. Wekî her çalakiyê di vê konserê de jî deh hezaran kes cihê xwe girtin.

XS
SM
MD
LG