Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sedam bi 12 tawana dête gûnehbar kirn  - 2005-06-05


Hikometa Iraqê ragehand ku ew Sedam Husênî tinê bi 12 tawana gûnehbar diket, herçende dişên wî bi nizîkî 500 tawana gûnehbar biken. Peyvdarekê hikometê evro yekşembî got karbidest we bawer diken ev 12 tawane bi belgenameve pişt rast diken ku diktator Sedam bi tondtrîn siza di hête hikom kirn.

Sedam, ku jilayê hêzêt bi serokatîya Emirîka li sala 2003 ser deselatî hate ladan, hatîye tometbar kirn bi encam dana hêrişêt kîmyawî dijî Kurda li sala 1988 û dagîrkirna Kuweytê li sala 1990 û tepeser kirna serhildana Şî’a li sala 1991.

XS
SM
MD
LG