Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di encama lêkdana navbera leşkerên Tirk û Kurdên serhilda de 4 serbaz hatine kuştin - 2005-06-05


Li dû nûçeya ku ji parêzgeriya bajarê Dersîmê hat wergirtin, duh êvarê di domahiya operasyonekê de ku heta sibê dom kir, navbera leşkerên girêdayî fermandariya 4 emîn yekineya Komandoyan û gêrîlyayên baskê çekdar a Kongra-Gel, HPG (Hêzên Parastina Gel) de, li daristana zergavutê ya li gundê Çiçekliyê yê ku 20 kîlometre dûrî Dersîmê ye, lêkdan pêk hat. Di encama vê lêkdanê de 4 leşker jiyana xwe ji dest dan û dudu jî birîndar bûn. Tê ragihandin ku birîndar rakirine nexweşxaneya leşkerî ya Elazigê. Termê leşkerên ku jiyana ji dest dabûn: Halil Önerci (Denîzlî), Sinan Çolak (Qers), Faruk Aydoðdu (Sêwaz) û Ýsmet Esen (Ruha) piştî merasîma ku ji bo wan li Elazigê pêk hat şandin bajarên wan.

Aliyê din de jî, hê jî nûçe tên ku li herêma beshkirî operasyon bi alikariya helikopteran dom dikin. Û hat diyarkirin ku bi hejmareke zêde ya leşker hatine şandin bo herêma ku opersayon lê didomin û tu kes nahêlin nêzî herêma operasyonê bibe.

XS
SM
MD
LG