Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DNT, li Darfur a Sudan ê dest bi lêkolînekê kir jibo tawanên cengî - 2005-06-06


Dadgeha Navneteweyî bo Tawanan li Hague (Hog)ê dibêje wan destbi lêkolîneke fermî kirîye li ser gunehkarîyên cengî li devera Darfur li rojavayê Sudan ê.

Dadgeh dibêje ew dê dîna xwe bidin kesên ku herî berpisyar bûne. Dadpirsê serekî Luis Moreno-Ocampo gazî hemu alîyan kir ku piştgirîya vê lêkolînê bikin.

Khartoum dibêje ku ew dê tu hemwelatîyên Sudanî nedine dest dadgehê.

Di destpêka vê salê de Neteweyên Yekgirtî, lîsta 51 kesan ku gomana tawanên cengî li wan dihate kirin dabu dadgehê. Dibêjin di vê lîstê de navên karbidestên Sudanî, komandarên leşkerî, endamên milîşya ya Erebî yê ser bi hukumetê bi navê Cencewîd û hinek navên serhildayan henin.

Neteweyên Yekgirtî gomana kuştina 180 hezar kesan dike li Darfur ê di dema şerê du salan de. Nêzî du milyon kes jî, ji cîh û war bune.

XS
SM
MD
LG