Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha bilind ya Îsraîl ê piştevanîya vekêşana ji Gazza yê dike


Dadgeha bilind ya Îsraîl ê piştevanîya biryara hukumetê li ser vekêşana ji Kerta Gazza û çar akincigehên biçuk yên Kenara Rojava kir.

Dadgeha bilind ya ji 11 dadgeran saz bûye îro roja Pêncşemê biryar da ku biryara vekêşanê qanunî ye û ne dijî mafên mirovan yên akincî yên Cuhu ne ku dijberîya vê vekêşanê dikirin.

Berî biryara dadgehê bi çend seetan wezîrê parastinê ya Îsraîl ê Şaul Mofaz û wezîrê karên hundurîn yê Felestînê Nasir Yusif li ser vekêşanê li hev kiribûn jibo ku derî li ber milîtanan bigrin ku ew cîhên valakirî bi dest nexin.

Di nav vê demê de serokê Felestîn ê Mehmud Ebbas jî li Kerta Gazza yê ye, jibo ku karibe agirbesa çar mehan di navbera Îsraîl û Felestîn de bidomîne, bi rîya axaftinên bi wan mîlîtanan re, yên ku bi tundîtîyên du rojan bûn egera kuştina pênc kesan.

XS
SM
MD
LG