Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên darayî  yên Welatên G8, li London ê kom dibin li ser alîkarîya deynan - 2005-06-10


Îro roja Înê, karbidestên bilind yên darayî ya heyşt welatên pêşesazî ya cîhanê li London kom bûn, li bizaveke bo karî li ser li hev hatinekê ku qer û deynên welatên hejar li ser bêne hilînan anjî lê xweş bibin.

Wezîrên darayî yê, dê bizavê bikin ji jêknegirtinên xwe li ser vê pirsê li kombûna meha bê ya welatên pêşesazîya ku dê li Scotland ê bête kirin dîsa berçav bikin û cara yekê jê re bibînin

Piştî kom bûnê li Washington, berahîya vê heftîyê serok Bush û serokwezîrê Brîtanya Tony Blair gotin ku hindik maye ku li ser pêşnîyazekê li hev bikin ku deynên welatên herî hejar yên dinyayê bêne hilînan.

Rojanama New York Times ê îro ji axaftinên karbidestekî nav nedîyar li Washington ê hin gotin radigihîne ku şikra li ser vê mesele hemû alî li hev kirine. Di raportê de dibêje ku dê ev pêşnîyaz, 18 welatên Efrîqî ji hemû deynên wan xilas bike.

Lê belê, welatên din yên G8, li ser pirsgirêka ku ka ew dê çawa pere ji van deynan re peyda bibe, li hev nakin.

XS
SM
MD
LG