Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebira Giştî ya VOA Amanda Bennett Dest ji Kar Berda


Amanda Benette

Rêvebira Giştî ya Dengê Amerîka (VOA) Amanda Bennett ragihand ku ew û cîgira wê Sandy Sugawara dest ji kar berda.

Bennett û Sugawara
Bennett û Sugawara

Bennett di peyama xwe ya xatirxwestinê de, ji rojnamevanên VOA re biryara xwe eşkere kir.

“Mafê CEO’yê nû Michael Pack heye ku bi kesên li gor dilê xwe bixebite, loma ez ji karê xwe berdidim,” Bennet got.

Pack ji alîyê Serokê Amerîka Donald Trump wek CEO’yê Ajansa Amerîka ya jibo Medya Globalî (U.S. Agency for Global Media /USAGM) hatibû bijartin û Civata Senatoran hefteya borî Pack erê kiribû.

Serok Trup pir caran rexneyên tund li VOA dikirin ku di weşana xwe de alîgirîya Çînê û Îranê dike, lê Bennet ew îdia bu xurtî red dikirin.

Bennett ku di rojnameyên girîng de kar kiribû, xwedîyê Xelata Pulitzer ya nirxdar e û nivîskara jimareke pirtûkan e.

Ew berê wek edîtora rêvebir ya Bloomberg News xebitîbû û wê heta 2013’an li wir tîmeke cîhanî ya rojnamevanên lêkolînêr afirandibû û dû re jî edîtorîya rojnameya The Philadelphia Inquirer kiribû.

Bennett herwiha 20 sal di rojnameya The Wall Street Journal de wek nûçegîhan û edîtor xebîtîbû û jiber ragihandina wê ya ser belavbûna nexweşîya AIDS’ê xelata Pulitzer wergirtibû.

Bennet berî ku di sala 2016’an de dest bi karê VOA bike, di Washington Post de wek qunciknivîs kar dikir.

Dengê Amerîka beşek ji Ajansa Amerîka ya jibo Medya Globalî ye û herwiha Radyo Ewrupaya Azad /Radyo Azadî, Ofîsa Weşanê ya Kuba, Radyo Asyaya Azad û Torên Weşanê ya Rojhilata Navîn ji dike di bin banê wê ne.

XS
SM
MD
LG