Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Kanadî Cezayê Zindankirina Dirêjîya Jînê li Mêrkujê Êrîşa Mizgeftê Birî


Alexandre Bissonnette

Zilamekî Kanadî ku di sala 2017'an de, li mizgefteke bajarê Quebec City 6 kes kuştibûn, îro bi cezayê zindankirina dirêjîya jînê hate mehkum kirin.

Alexandre Bissonnette yê 29 salî di şeş tawanên mêrkujîyê de û di şeş tawanên din yên hewila kuştinê de, sucê xwe li pêş dadgehê qebûl kir.

Dadwer François Huot got ku piştî 35 salan mafê Bissonnette wê hebe ku daxwaza berdana bi merc bike, ku wek parol tê zanîn.

Hêjayî balkişandnê ye ku dozger cezayê girantir ji Bissonnette re xwestibû, lê jiber tunebûna cezayê mirinê di qanûnên Kanadî de, dadwer ew daxwaz red kir.

XS
SM
MD
LG