Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Programçekerê Amerîkî Anthony Bourdain li Otelê Mirî Hat Dîtin


Programçekerê Amerîkî yê navdar Anthony Bourdain yê 61 salî, li odeya xwe ya otelê ya bajarê Strasbourg ya Fransa mirî hat dîtin.

CNN ragihand ku Bourdain jibo tomarkirina hin xelekên nû bona programa wî ya bi navê “Parts Unknown” ku di heman kanalê de dihat weşandin, li Fransa bû.

Em bi xemgînîyeke kûr, mirina heval û havkarê xwe, Anthony Bourdain piştrast dikin," CNN îro bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand.

"Evîna wî ya ser dîtina cîhên rengûreng, nasîna hevalên nû, xwarinên xweşik û vexwarinên temxweş ew li seranser cîhanê kiribû çîrokbêjekî behempa.”

Bourdain nivîskarekî navdar bû ku pirtûkên ser xwarin û aşpêjî pir gelek dihatin firotin. Wî, Herêma Kurdistana Îraqê jî di nav de, gelek welatîn cîhanê dîtîbû û xwarin, vexwarin û çandên wan tîna ber temaşevanan.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG