Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Serokomarê Berê Abdullah Gul Nabe Berbijarê Serokomarîya Tirkîyê


Abdullah Gul û rêvebirên Partîya Saadet
Abdullah Gul û rêvebirên Partîya Saadet

Ajansa Reuters’ê ragihand ku Serokomarê 11’an yê Tirkîyê Abdullah Gul û Partîya Saadet’ê (SP) ser berbijarîyê li hev nekiriye.

Karbidestekî Partîya Saadetê ji Reuters’ê re dîyar kir ku Gul dixwaze bibe berbijarê hevbeş yê opozîsyonê, lê jiber namzetîya rêbera Partîya Baş (Iyi Parti) Meral Akşener, ewê xwe neke berbijar.

‘’Me ji danûstandinên bi Gul re ti encam bi dest nexist. Ewê nebe berbijarê partîya me jî,’’ karbidestê SP’ê got.

Gul îro Înê dema ji nimêjê derdiket, ser pirsa rojnamevanan dabû zanîn ku ewê ser nîqaşên berbijarîyê sibê Şemîyê daxuyanîyekê bide.

XS
SM
MD
LG