Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozê Rûsî li Enqerê di Êrîşeke Çekdarî de bi Giranî Birîndar Bû


Balyozê Rûsya li Enqerê, Andrei Karlov di êrîşeke çekdarî bi giranî birîndar bû. Karlov di pêşengeheke fotoyan de li Enqerê bû armanca êrîşê û ew niha li nexweşxanê tê derman kirin.

Reuters dide zanîn ku Karlov dema pêşengehê de axaftin dikir, hate êrîş kirin û ew bi giranî birîndar bû. Di êrîşê de herwiha 3 kesên din jî birîndar bû.

Televîzyona CNN Turk ji zarê dezgehên Rûsî ragihand ku Karlov hate kuştin, lê ew nûçe hîn nehat serast kirin.

XS
SM
MD
LG