Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirk bi Şerta Kontrola Dadwerî Biryara Berdana Ahmet Turk Dide


Ahmet Turk ligel rêberên civata Êzîdîyan, Baba Şêx, Mîr Tahsîn Beg
Ahmet Turk ligel rêberên civata Êzîdîyan, Baba Şêx, Mîr Tahsîn Beg

Sîyasetvanê derîn û hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk bi biryara dadgehê tê berdan, tevî ku sazîya Saxlemîya Dadwerî îdia kiribû ku rewşa tendirustîya wî ne asteng e ku ew li girtîgehê bimîne.

Zeynep Ceren Boztoprak, parêzerê Turk dîyar kir ku dadgehê bi şerta kontrola dadwerî ew berdaye.

“Divê Turk heftê sê rojan here polîsxanê û îmza bide û derketina dervayê welêt jî qedexe ye,” Boztoprak ji hesaba xwe ya Twitterê ragihand.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Turk li ser lêpîrsîna Serdozgerîya Komarî ya Mêrdînê, berê ji bajarvanîya Mêrdînê hatibû dûr xistin û di Mijdara 2016'an de jî hatibû girtin.

Xencî Turk, 79 bajarvanên Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) ji 2016'an vir ve girtî ne.

XS
SM
MD
LG