Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevî Saxlemîya Xirab, Ahmet Turk ji Girtîgehê Nayê Berdan


Ahmet Turk ligel Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak

Sazîya Tiba Edlî ya Stenbolê îro Înê rapora xwe ya li ser Hevşaredarê Berê yê Mêrdînê Ahmet Turk eşkere kir û da zanîn ku ti metirsî jibo tendirustîya wî tine, ew dikare di girtîgehê de bimîne.

Di raporê de jibo sîyasetvanê Kurd hat gotin ku bi şertê ku wî 6 meh carekê bibin kontrola saxlemîyê, ti arîşe di mayîna wî ya li girtîgehê de tune

Parêzerê Turk, Zeynep Ceren Boztoprak dîyar kir ku dadgeh ne girêdayî raporê ye û ewê ji dadgehê berdana wî bixwazin.

''Ahmet Turk 75 salî ye. Nexweşîya wî bi raporan hatîye îspat kirin. Dadgeh ne girêdayî rapora tiba edlî ye. Jibo ku Turk were berdanm emê serî li dadgehê bidin,'' Boztoprak got.

Sîyasetvanê Kurd li ser lêpîrsîna Serdozgerîya Komarî ya Mêrdînê berê ji bajarvanîya Mêrdînê hatibû dûr xistin û di Mijdara 2016'an de jî hatibû girtin.

Hêjayî bîrxistinê ye, pêla girtina hevşaredaran ji 2016'an ve didome û niha 79 hevşaredarên Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) girtî ne.

XS
SM
MD
LG