Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Adem Uzun: Nebûna Agahîyên Ser Ocalan Gel Xistiye Nav Xemeke Mezin


Kurdên Qamişlo bi postera Abdullah Ocalan
Kurdên Qamişlo bi postera Abdullah Ocalan

Ev demeke dirêj e ku ti agahî ji rêberê PKKê yê zindankirî Abdullah Ocalan nayê standin û ew yek jî bûye sedema xemên giran yên alîgir û hezkirîyên wî.

Loma jî 50 bizavkar ku di nav wan de parlamenterên HDPê û kesitîyên navdar jî hene, di li amedê dest bi greva xwebirçîkirinê kir ku bal bikşînin ser rewşa Ocalan.

Endamê Desteya Rêvebir yê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Adem Uzun di hevpeyvîna me de ser rewşa Ocalan dipeyîve.

"Di nav gelê Kurd de meraq û xemgînîyeke pir kûr li ser rewşa Abdullah Ocalan heye. Taybetî piştî ku êrîşên leşkerên darbekar li ser Girava Îmrali hate bihîstin, ew xem û fikar hîn mezintir bûn," Uzun got.

Uzun bi bîr tîne ku çalakîyên ku nû destpê kirine, heta ku hikûmeta Tirkîyê agahî bide bîragiştî, wê bi berfirehî bidomin."

JD_Adem Uzun_9_6_16_
please wait

No media source currently available

0:00 0:12:58 0:00

XS
SM
MD
LG