Lînkên eksesibilîtî

Abadî bo Herêma Kurdistanê Banga Dîyalogê Kir


Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî, li Bexda ya paxtayt, di predkonferansekê de got ku ‘’referanduma serxwebûnê di dema borî de ma’’ û bo rêvebirîya Kurd banga dîyalogê kir.

Abadî, piştî hêzên Îraqî kontrola Kerkûk û Şingalê bi dest xistin, preskonferansek li dar xist.

‘’Di nava welatekî yekgirtî de û li ser bingeha qanûna bingehîn banga dîyalogê dikim. Referandum qedîya çû. Em hêvî dikin ku wê betal bikin, lê me ew li qadê qedand.’’ Abadî got.

Abadî bi berdewamî dîyar kir ku ew dixwazin di ser hevkarîya neteweyî û mafên bingehîn re dest bi dîyalogê bikin.

XS
SM
MD
LG