Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Nizimbûna Buhayê Neftê, Aborîya Îraqê Ketiye Rewşeke Xirab


Ajansa AFP ji zarê Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî radigihîne ku qezenca Îraqê ji firotina neftê hatiye xwarê û ew jî aborîya welatî wî xistiye rewşeke dijwar.

Ebadî bang li civata navnetewî kir ku di vê rewşa aborîya xirab de alîkarîya welatê wî bike.

“Dahatîya me ji neftê nizimtir bûye û bûye tenê 15 ji sedê qezenca me ya berî du salan. Ev kêşeyeke pir giran e ku astengîyên mezin ji me re derdixe,” Abadî piştî hevdîtina xwe ya bi Serokwezîra Almanya Angela Merkel re li Berlînê ji rojnamevanan re got.

XS
SM
MD
LG