Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abadî Roja Çarşemê Serdana Tirkîyê û Îranê Dike


Karbidestekî Îraqî ji ajansa AFP’ê re ragihand ku serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî wê serdana Tirkîyê û Îranê bike.

Abadî roja Çarşemê wê here Tirkîyê û Îranê ku ligel karbidestên her du dewletan mijarên aborî gotûbêj bike," karbidestê ku nexwest nave wî eşkere be.

Bazirganîya Îraqê bi cîrana xwe Îranê gelek xurt e û Bexda her sal bi buhayê 6 mîlyar dolaran berhem ji Tehranê dikire.

Îraq herwiha beşeke girîng ya elektrîka xwe jî ji Îranê dikire, jiber ku li gelek heremên wî welatî qutbûna elektrîkê tê dîrin û ew jî dibe sedema nerazîbûnên berfireh.

Abadî raigihandibû ku ew piştgirî li toleyên nû yên Amerîkî yên hember Îranê nakin, lê ewê bi wan cezayan pêbend bin.

Bexda di şerê dijî DAIŞ’ê de hevkareke stratejîk ya Washingtonê ye, lê bi Îranê jî peywendîyên wê yên xurt heye jiber ku piranîya nîfûsa Îraqê Şîa ne.

Serdana Abadî ya Tirkîyê jî di vê demê de tê ku peywendîyên Enqerê ya ligel Washingtonê di asteke pir xirab de ye û Trump Înîya borî bacên gumrukê yên hember hin berhemên ji Tirkîyê zêde kiribûn.

XS
SM
MD
LG