Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abas: Bo Endametîya Herdem Ya Filistînê Emê Qesta Civata Ewlekariyê Bikin


Mahmûd Abas serokê desthilata Filistînê - Stenbul

Serokê desthilata Filistînê Mahmûd Abas roja Çarşemê ragihand ku, bi armanca dewleta Filistîn bibe endama herdem li Netewên Yekgirtî ewê herin Civata Ewlekariyê, piştî ku Amerîka Orşelîm/Quds weke paytexta fermî ya Îsrailê nas kir.

Weke ajansa Reuters dibêje, lê Abas dema li Kombesta Rêxistina Hevakariya Îslamê ya ku roja Çarşemê li Stenbul dihat berdewam kirin eşkere nekir kanê bi çi awayî dê Filistîn bikare bibe xwedî endametiyek herdem di Netewên Yekgirtî de.

Roja Çarşemê li Stenbul kombestek awarte ya Rêxistina Hevkarîya Îslamî pêkhat, di reşnivîsa daxûyaniya kombestê de beşdaran Quds weke paytexta Filistênê pejirand. Mahmûd Abas serokê desthilata Filistênê jî amade bûbû û peyvek pêşkeş kir.

XS
SM
MD
LG