Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abbas Ser Gotinên Hember Cîhûyan Lêborîna Xwe Dide


Rêberê Fîlîstînî Mahmud Abbas îro jiber gotinên xwe yên hember Cîhûyan lêborîna xwe pêşkêş kir.

Abbas bi bêrêzîya hember Cîhûyan hatibû tawanbar kirin, piştî ku gotibû ku sedema tiştên ku li Ewrupa hatiye serê Cîhûyan, ne ola wan e, lê reftarên wan bi xwe ne.

Abbas di daxuyanîya xwe de kîndarîya dijî Cîhûyan şermezar kir û Holokost jî wek Tawana herî nemirovane ya dîrokê bi nav kir.

“Ger hîn kes, taybetî jî yên bi bawerîya ola Cîhûtî bi gotinên min êşîyan e, ez lêborîna xwe ji wan re pêşkêş dikim.,” Abbas got.

XS
SM
MD
LG