Serokê Rêvebirîya Fîlîstînê Mahmud Abbas dijî daxuyanîya Serokê Amerîka Donald Trump bertek nîşan da û dîyar kir ku Quds ‘’heta hetayê paytaxta Fîlîstînê ye’’
Serok Trump îro Çarşemê dîyar kiribû ku ew êdî Qudsê wek paytaxta fermî ya Îsraîlê dibînin û ewê Balyozxaneya Amerîka ya li Tel Avîvê bibin Qudsê.
Abbas da zanîn ku biryara Amerîka ‘’nayê qebûl kirin û ew bi zanebûnî dijî hemî hevdîtinên aştîyê astengîyan çêdike’’
Abbas dîyar kir ku Amerîka êdî bo aştîya li Rojhilata Navîn ne navbeynkar e.