Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Abdî got ku li Sûrîyê rewşeke nû ya sîyasî û leşkerî çêbûye.
Abdî îro Înê di preskonferansekê de dîyar kir ku hêzên hikûmeta Sûrîyê ji nişka ve û zû ketine.
‘’Me dît ku hêzên hikûmeta Sûrîyê ji nişka ve û zû ketin û hin koman jî qadên berfireh sitandin. Bi vê yekê re rewşeke nû ya sîyasî û leşkerî çêbû ku ev yek jibo me jî suprîz bû.’’
Wî dîyar kir ku heta niha bi Heyet Tahrîr El Şamê re ti şerê wan çênebûe û got ew dixwazin ku girjîya bi bi wê komê re û alîyên din re daxin.
Abdî got ku Tirkîye jî di nav de ew dixwazin bi hemî alîyan re bi rêka dîyalogê kêşeyan çareser bikin.
Wî dîyar kir ku jibo tansîyon dakeve li herêmê hewildanên Rûsya û koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengîya Amerîka hene.
HSD, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, li herêma Sûrîyê di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de hevbenda pêş ya Amerîka ye.
Piranîya bakur û rojhilata Sûrîyê di bin kontrola HSD'ê de ye.
Jêder: AFP