Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hemo: Projeya Lexder Brahîmî Sernakeve


Abdulbasit Hemo
Herçende agirbest li Sûrîyê hatîye ragihandin, lê belê tundûtûjî berdewam in.

Di yekemîn roja agirbestê de bi kêmî ve 150 kes hatin kuştin. Teqîn û pevçûn roja Şembîyê jî berdewam bûn.

Nûnerê navneteweyî Lexder Brahîmî destpêşxerîya agirbestê kir bo cejna qurbanê, lê belê nuha rejîma Sûrî û rikeberî hevdu bi şikandina agirbestê tawanbar dikin.

Abdulbasit Hemo, rêberê Partîya Yekîtîya Kurdistanê li Sûrîyê, dibêje ku projeya aştî ya Brahîmî “wê tu carî sernekeve, wek çewa Kofî Annan sernekeft.”

Birêz Hemo herwiha pêşbînî dike ku piştî hilbijartinên Amerîkayê, guherînkarîyên mezin di rewşa Sûrîyê de çê bibin.

Hilbijartina serokatîya Amerîkayê li roja 6’ê meha 11 birêve diçe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG