Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdulfetah Dihêr Biryara Dawî ya Partîyên Kurd li Sûrîyê Dinirxîne


Abdulfetah Dihêr Biryara Dawî ya Partîyên Kurd li Sûrîyê Dinirxîne
Abdulfetah Dihêr Biryara Dawî ya Partîyên Kurd li Sûrîyê Dinirxîne

Jimareke mezin ji partîyên Kurdî li Sûrîyê endamtîya xwe di hemû çarçoveyên rikeberîya Sûrîyê cemidandin. Ev biryar di demekê de hate ku welat di rewşeke ne saz de derbaz dibe.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Adulfetah Dihêr, Serokê Yekîtîya Niştimanî ya Azad dibêje, ev, biryara partîyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê bû. Wî herwiha da xuya kirin ku hin partîyên din, wek partîya wî, hîn ligel opozisyona Erebî têkilîyê dikin.

Birêz Dihêr herwiha eşkere kir sedema vê biryara partîyên Kurdî ew e ku hîn gelek ji wan plan û helwestên xwe yên cuda hene.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka faylî li destê rastê klîk bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG