Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdulkarîm Omer: Biryara Amerîka ji Bo Me Surprîs Bû


Abdulkarîm Omer, berpirsê Têkiliyên Derve Yên Rêveberîya Xweser ya Bakur Û Rojhilatê Sûriyê
Abdulkarîm Omer, berpirsê Têkiliyên Derve Yên Rêveberîya Xweser ya Bakur Û Rojhilatê Sûriyê

Berpirsê Têkiliyên Derve yên Rêveberîya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê Abdulkarîm Omer reaksyon derbarê biryara Amerîka ya vekişandina hin hêzên xwe yên li ser xalên sinorê Tirkiyê nîşan da û got "Telefona di navbera Trump û Erdogan de çêbû û biryara ku Qesra Spî standî ev tiştekî surprîz jibo me".

Omer di dîdarekê de li gel Dengê Amerîka da zanîn ku dema Tirkiye bikeve herêmê dê alozî peyda bibin û rewşa heyî dê vegere "Çargoşa Yekê".

Abdulkarîm Omer dibêje, nêzî 6 mîlyon kes li wê herêmê hene, ji wa Yek Mîlyon kes koçber hene û ji herêmên ku şer lê heye hatine vê herêma bi ewle, û herêma Rêveberîya Xweser projek niştîmanî Sûrî bû, hemû pêkhateyên li herêmê Kurd, Arab, Krîstyan û Êzidiyan bi hevre bi xûna hezaran şehîd ev herêm ji çekdarên DAIŞê parastîye, dema Tirkiye bikeve herêmê dê hezaran çekdar, jin û zarokên DAIŞê li herêmê dimînin, dê bibin sedem ku DAIŞ cardî bihêz bibe.

Abdulkarîm Omer got mixabin ji bo ku nakokiyên Amerîka û Tirkiyê kûr nebin û pirsên weke mûşekên S-400 çareser bikin, naxwazin Tirkiyê aciz bikin, jiber vê yekê"Tiştê ku Tirkiyê aciz dike ew nake, ji aliyê xwe ve me her tişt kirîye, ji aliyê Dîplomasî ve ji aliyê siyasî de me hewila pêşxistina diyalogê daye, jiber ku em di wê bawerê dane ku bi rêya leşkerî pirsgirêk çareser nabin."

Li dawiya dîdarê Omer dibêje, dema ku rêyên çareseriyê neyên dîtin û Tirkiye bikeve herêmê, emê berevaniyê ji dest û herêma xwe bikin.

Abdulkarîm Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:49 0:00


XS
SM
MD
LG