Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdula Gul Naxwaze li Hember Erdogan Bibe Kandîdê Serokatiyê


Serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul
Serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul

Serkomarê berê yê Tirkiyê Abdulah Gul, roja Şemiyê di axiftineke xwe de li Stenbûl got, ew naxwaze bibe kandîdê serokê Tirkiyê di hilbijartinên pêşwext de, tiştê tê gotin "tenê propaganda" ye.

Gul got, jibo weke kandîdê serokatiyê bihêm destnîşan kirin divê"di çarçeva pêkhatinek giştî û daxwazkirinek berfiereh de" pêk bihê.

Abdulah Gul serokomarê berê yê Tirkiyê sala 2014an ji siyasetê derket, lê vê dawiyê navê wî gelek caran weke hevrikê bihêz yê Erdogan bo serokatiya Tirkiyê derbas dibû.

Gul yek ji endamên damzerêner yên partiya AKPê ya desthilatdar e, ya ku nihe Erdogan serokatiya wê dike, herweha buye serkwezîr û wezîrê derve di hikumtea Erdogan de.

Serokokmarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, roja 24î Hezîranê weke roja hilbijartinên pêşwext destnîşan kirîye.

XS
SM
MD
LG