Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hicab: Tirkîye û Îran Dixwazin Dergehê Dîyalogê Vekirî Bihêlin


Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan roja Sêşemê li Baku bi serokê Îranî Mehmûd Ehmedînejad re kom bû.

Li gor medyaya Tirkîyê di wê kombûnê de behsa qeyrana Sûrîyê, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê û pirsên din hatin kirin.

Nivîser û şarezayê sîyasî Abdullah Hicab dibêje ku Tirkîye û Îran dixwazin ku dergehê dîyalogê bi hev re vekirî bihêlin û rêyekê vebînin ku herdu alî qezenc bikin.

Piştî serhildana Sûrîyê, têkelîyên navbera Tirkîye û Îranê aloz bûn. Tirkîye piştgîrîya serhildayên Sûrîyê dike û Îran hevalbenda sereke ya rejîma Beşar El Esed e.

Birêz Hicab dibêje ku hem Îran û hem Tirkîye xwedîyê berjewendîyên mezin yên stratejîk in li Sûrîyê û helwêstên wan cûda ne, lewma hevdîtina Erdogan û Ehmedînejad li Baku pirsgirêkên serekî çareser nake. Lê belê birêz Hicab dibêje ku herdu welat li ser pirsekê hevbîr in ew jî sîyaseta wan li hember tevgera Kurdî ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG