Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdulmehdî: Ger li Sûrîyê Tiştekî Xirab Çêbe Dê Bandora Wî li Ser Îraqê Hebe


Serokwezîrê Îraqê Adil Abdulmehdî dîyar kir ku komeke ku wî şandîye li Şamê bi karbidestên Sûrî re civîyaye.

Abdulmehdî ji rojnamevanan re da zanîn ku piştî hêzên Amerîkî ji Sûrîyê vekişin dê li Sûrîyê ser têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) ‘’pirtir rol bikeve ser milên Îraqê’’

Wî bi bîr xist ku sînorê Îraq û Sûrîyê 600 kîlometre ye û got ku ‘’Ger li Sûrîyê tiştekî xirab biqewime dê bandora wî li ser Îraqê hebe’’

Abdulmehdî dîyar kir ku şandeya Îraqî ser têkoşîna dijî DAIŞ’ê serdana Sûrîyê kiriye û da zanîn ku ew li wî welatî xêncî êrîşên esmanî yên dijî rêxistinê jî dixwazin tiştan bikin, lê ti hûrgilî neda.

Serokwezîrê Îraqê berê jî gotibû ku li Sûrîyê bi qasî 2000 çekdarên DAIŞ'ê hene û dîyar kiribû ku ew hewil didin ku derbazî Îraqê bibin.

XS
SM
MD
LG