Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Japonya Abe Rastî Rexneyan Tê


Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe serdana avahîyeke bîrewerîya şer li payaxt Tokyo kir ku gelek Japon ew wek sembola dîroka wî welatî ya mîlîtarîst dibînin.

Serdana Abe ya Bîrewerîya Yasukuni, serdana yekê ya serokwezîrekî ser desthilatê ye, ji sala 2006’an vir ve.

Koreya Başûr û Çîn, ku her du welat mexdurên sîyaseta emperyalîst ya Japonya ne, ew serdan şermezar kir.

Rêzdar Abe di daxuyanîya xwe de hewil da ku girîngîya serdana xwe kêmtir nîşan bide.

Shinzo Abe got, ti armanca wî tunebû ku hêstên cîranên Japonya bêşîne, lê serdana wî jibo bîranîna wan hemwelatîyan e ku canê xwe jibo welatên xwe fêda kirine.
XS
SM
MD
LG