Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Belçîka Girêdayî Êrîşên Brukselê Jimareke Bergumanan Desteser Dike


FILE - This undated photograph provided by Belgian Federal Police shows Mohamed Abrini who is wanted by police in connection with recent attacks in Paris, as a police investigation continues.

Karbidestên Belçîkî dibêjin, bi girêdayî êrîşê Brukselê, îro Înê jimareke kes hatine desteser kirin. Karbidestan do bang li bîragiştî kiribû ku di lêgerîna bergumanê sisêyan yê êrîşên 22yê Adarê de, ku 32 kes tê de hatibûn kuştin, alîkarîya wan bikin.

Ofîsa dozgerîyê îro desteserkirina şend kesan ragihand, lê red kir ku ti hurgilîyên din li ser bergumanan bide.

Weşangera Belçîkî VRT ji zarê jêderên nenavkirî ragihand ku bergumanê êrîşên Parîsê Mohamed Abrini di nav kesên desteserkirî de ye.

Abrini bergumanê dawî yê êrîşa 13ê Mijdarê ya Parîsê bû ku 130 kes tê de hatibûn kuştin. Tê ragihandin ku Abrini 31 salî ye û berê jî tawanên biçûk kirine.

Karbidestên ewlehîyê bawer dikin ku Abrini havîna borî çûye Sûrîye ku birayê wî yê biçûk jî li wî welatî hatibû kuştin.

XS
SM
MD
LG