Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Tedbîrên Dijî Koronayê Xurt Dike


Kompanîya Etihad Airways ya dewleta Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ragihand ku di çarçoveya tedbîrên dijî koronayê de rêbazên nû li firîngeha Abu Dabî têkevin jîyanê.

Reutersê ji zarê wê kompanîyê ragihand ku jibo rêwîyên navnetewî yên ku bi rêya firîngeha Abu Dabî digihejin wî welatî di dema 14 roj karantînê de wê cîhazeke elektronîk bi kar bînin.

“Kesên ku bi rêya firîngeha Abu Dabî têne Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî wê bazingekeke bijîşkî bi kar bînin û tenê 14 rojên karantîna malê dikarin wê cîhazê derxînin,” daxuyanîya Etihad Airways got.

Karbidestekî saxlemîyê ji Reutersê re got ku %12 pêketinên nav du hefteyên dawî jiber firînên navnetewî çêbûne û % 88 jî jiber binpêkirina dûrbûna civakî qewimîne.

Hikûmetê îro ragihand ku 786 pêketinên nû hatine tomar kirin û hejmara giştî ya tûşbûnan jî bû 82,568.

XS
SM
MD
LG