Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşvanê Champs Elysees ya Parîsê Çend Caran Çûye Tirkîyê


Dozgerê giştî yê Parîsê Francois Molins îro Pêncşemê ragihand ku zilamê paş êrîşa vê hefte li Champs Elysees ya Parîsê, di 2016'an de çend caran çûye Tirkîyê.

Wî da zanîn ku karbidestên Tirk ew êrîşvan desteser kiriye, piştî ku wan hejmareke mezin ya zer û tiştên buha û herwiha gelek çek li ser wî girtine.

Molins di preskonferansê de ragihand ku navê êrîşvan "Adam D" yê hemwelatîyê Fransî ye û wî girêdana xwe ji rêberê DAIŞê Ebu Bekir Bexdadî re eşkere kiriye û xwestiye ku here Sûrîyê.

Di 19ê Hezîranê de, zilamekî otomobîleke bi çek û bombeyên dagirtî, ajotibû ser trombîleke polîsan ya li Champs Elysees ya Parîsê û dû re miribû.

"Cebilxaneya ku li otomobîla wî hate dîtin, mezinahîya hazirîya wî ya êrîşeke mezin mîşan dida û ger ew serketî bûya, hîngê encamên pir xirab wê derketana," Molins got.

Molins bi berdewamî dîyar kir ku Adam D ni jineke Tûnisî re zewicîbû û 2 zarokên wî hebûn.

XS
SM
MD
LG