Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Roja Cîhanî ya Jinan E


Îro 8'ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan e.

Roja Cîhanî ya Jinan
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:43 0:00

Li seranser cîhanê, jibo nîşandana destketinên jinan yên aborî, sîyasî û civakî, bi hezaran bername, şahî, rêdeçûn û panel tên lidar xistin.

Roja Cîhanî ya Jinan cara yekê li Amerîka, di 28’ê Sibata sala 1909’an de wek Roja Netewî ya Jinan hate destnîşan kirin.

Li gor pêzanînên Banka Cîhanî anku World Bank:

Herî kêm 40 ji sedê karmendên cîhanê jin in.

Her ji sala 1980’ê vir ve, temenê jinan li seranser cîhanê ji temenê mêran zêdetir e.

Newekhevîya perwerdeya destpêkî di navbera kur û keçan de, li piranîya beşên cîhanê kêmtir dibe.

Li hejmareke welatan, jin û bi taybet jinên hejar, heta di nav mala xwe de jî, ne xwedî biryar û kontrol in.

Kontrola zêdetir ya jêderên nav malê ji hêla jinan ve, dikare aborîya welatan pêşve bibe.

Li Amerîka jibo rêzgirtin li kar û xebatên jinan, meha Adarê wek Meha Dîroka Jinan hatiye destnîşan kirin

Ev roj jibo banga bêtir mafên wekhevîyê jibo jinan derfetek e, da ku ew û malbatên xwe bikanibin jîyaneke serketî derbaz bikin.

XS
SM
MD
LG