Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Meha Adarê de 916 Hezar Karên Nû li Bazara Amerîkî Zêde Bûn


Wezareta Kar ya Amerîkî îro Înê ragihand ku di meha Adarê de ji pêşbînîyên pirtir kar di bazarê de zêde bûn û 916 hezar karkerên nû hatin wergirtin.

Wezaretê da zanîn ku di warê ne çandinîyê de hefteya borî 916 hezar karên nû li bazarê zêde bûn ku ew jî ji Tebaxa sala borî vir ve rêjeya herî bilind e.

“Zêdebûna karen nû yên di meha Adarê dem ku ji Tebaxa vir ve rêjeya herî bilind e, hema du car ji zêdebûna meha Sîbatê pirtir e ku hîngê 468 hezar karên nû li bazl zede bûbûn.”

Wezareta Kar dibêje ku ew yek bi rêjeya zêdebûyî ya vaksînkirinê û alîkarîya diravî ji hikûmetê peywendîdar e û geşbînî heye ku rewşa ekonomî hîn baştir be.

Wezaretê herdiha ragihand ku rêjeya bêkarîyê jî nizimtir bûye û ji % 6.2 ketiye % 6.

XS
SM
MD
LG