Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Pevçûnên Yemenê de Kuştî û Birîndar li Adenê Hene


Piştî êrîşeke kujer li Adenê (Arşîv)

Jêderên saxlemî yên Yemenî ji Reuterê re ragihand ku di pevçûnên îro yên navbera hêzên hikûmetê û hêzên cudaxwaz yên li başûrê Yemenê de herî kêm 8 sivîl li bajarê Adanê hatine kuştin, jimareke kesên din jî birîndar bûn.

Tundîya li Yemenê vê heftê careke din destpê kiribû, piştî ku cudaxwazan partîyeke Îslamî ya hevalbenda serokê Yemenê Abdrabbu Mansûr Hadi bi kuştinkarîya bi roketan tawanbar dikin ku 36 kes di rêdeçûneke leşkeri de li Adenê hatibûn kuştin.

Başûrê Yemenê heta sala 1990'ê dewleteke serbixwe bû û gelê wê herêmê bawer dike yekbûna du Yemenan bi darê zorê çêbûye.

XS
SM
MD
LG