Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Demkî yê Misirê Dest bi Kar Kir


Serokê Demkî yê Misirê sond xwar û dest bi karê xwe kir, di vê demê de ku hêzên ewlekarîyê tepeserkirina piştevanên Mursî dikin.

Dadwerê Serekî yê Dadgeha Bilind a Misirî Adly Mansur îro Pêncşemê bi merasîmeke ku di televîzyona dewletê de hate weşandin, sond xwar. Wî di axaftina xwe de soz da ku nirxên şoreşê bicîh bîne.

Dijberên birêz Mursî li dervayê Dadgeha Qanûna Bingehîn kom bûn û bi diruşmên “Pir Bijî Misir” qerîyan, dema polîs û leşkerên Misirî li nêzîkî piştevanên Mursî li wan temaşe kirin.

Berî ku were desteser kirin, birêz Mursî artêş bi kirina darbeya leşkerî tawanbar kir. Wî bang li Misirîyan kir ku maytekirina artêşê red bikin.

Tê ragihandin, Biratîya Misilman ya birêz Mursî û baska wê ya sîyasî Partîya Dad û Azadî di bin kontrola tund ya hikûmetê ye.

Ofîsa dozgerîya Misirê îro Pêncşemê ferman derxist ku 300 endamên Biratîya Misilman werine girtin.

Di nav wan kesan de rêberê wê Mihemed Badie û Khairat el-Shater jî hene ku bi girêdayî kuştina 8 xwenîşandêran têbe desteser kirin.
XS
SM
MD
LG