Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gera Çaran ya Danûstandinên Cenêv Bê PYD'ê Destpê Dike


Hevserokên PYD'ê Asya Abdulla û Salih Mislim
Hevserokên PYD'ê Asya Abdulla û Salih Mislim

Gera çaran ya danûstandinên aştî yên Sûrîyê îro li bajarê Cenevrê ya Swîsre destpê kir, lê mezintirîn partîya Kurdan, PYD ji danûstandinan re nehate vexwendin.

Rêvebirê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Adnan Mustafa bawer dike ku kesên ku vê civînê li dar dixin hîn ne zelal in ku ser siberoja Sûrîyê çi dixwazin.

"Yên ku vê civînê organze dikin hîn biryar nedane ku bi alîyên klasîk yên li Sûrîyê peywendî bikin yên bi hêzên dînamîk yên guherînxwaz. Lê, venexwendina PYD'ê nîşan dide ku ew dixwazin bi alîyên klasîk re danûstandinê bikin."

Mustafa tevlîbûna hin endamên ENKS di civînê de rexne dike ku li ser erdê hêza wan tuneye û beşdarbûna wan ne meşru ye.

Adnan_Mustafa_2_23_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:43 0:00

XS
SM
MD
LG