Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Piştrast Dike ku Adnani di Êrîşeke Esmanî ya Amerîkî de Hat Kuştin


Pentagon piştrast dike ku êrîşeke esmanî ya Amerîkî berdevkê DAIŞ’ê Abu Muhammad Al-Adnani di meha borî de kuşt.

Berdevkê Pentagonê Peter Cook bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku êrîşa wan ya 30ê Tebaxê li nêzîkî el-Bab ku Adnani tê de hate kuştin, darbeyeke giran li DAIŞ’ê xist û liv û tevgera wê pûç kir.

Pentagonê demeke kurt piştî êrîşa esmanî hî gotibû ku wê Adnani kuştiye, lê heta niha nekarînû ew yek piştrast bikira.

Rojeke piştî êrîşa esmanî Rûsya îdia kiribû ku wê êrêşa esmanî pêk anîye, lê karbidestên Amerîkî ew idia wek serûbinkirina rastîyê bi nav kiribû.

Karbidestekî Pentagonê gotibû ku Adnani yekser di nav karê wergirtina şervanên bîyanî de bû û êrîşên mezin yên DAIŞ’ê bi rêve dibir.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Wezareta Derve ya Amerîkî 5 mîlyon dolar xelat danabû serê Adnan.

XS
SM
MD
LG